Nûnerê Amerîkayê Steve Witkoff da zanîn ku Hamasê qebûl kiriye, dest ji çekên xwe berde û got: "Em dixwazin her du alî li hev bikin, da ku rehîne serbest bêne berdan û şer jî bi awayekî mayînde raweste."
Wîtkoff ev yek jî anî ziman: "Heta ku hemû dîlgirtî azad nebin, mirov nikare qala serketinê bike."
Witkoff destnîşan kir ku ji bo hêsankirina derbasbûna alîkariya mirovî, tevî xwarin û dermanan ji bo Xezeyê, hewldaneke hevpar a Îsraîl û Amerêkayê heye.