Ev 3 roj in, ji ber êrîşên Îsraîlê yên li ser cihê belavkirina alîkariyan, nêzî 100 sivîl hatin kuştin. Ji ber sedemên êrîşan saziyên ku alîkarî belav dike, îro alîkarî belavkirinê dan sekinandin.
Ji ber êrîşên artêşa Îsraîlê li ser Şerîda Xezeyê bi taybet van rojên dawî êrîşî ser cihên belavkirina alîkariyan kir û nêzî 100 sivîl hatin kuştin.
Îro artêşa Îsraîlê hişyarî da ku divê hemû rêyên ku diçin cihê Alîkariyên Mirovî li Xezeyê ên girêdayî Navenda Alîkariyên Amerîkî û Îsraîlî ne, bi temamî werin girtin, ji ber wê bibin cihê pevçûnê.
Her wiha îro Çarşem Saziya Mirovî ya Xezeyê, Navenda Alîkariyên Mirovî girtin. Saziya Mirovî diyar kir ku ew heya demeke nêz wê Navenda Alîkariyan bigirin ji bo karibin xwe bi rêxistin bikin û asta edamên xwe pêş bixin.
Li gorî biryara Meclîsa Ewlehiya Navdewletî wê îro projeya xwe ya dengdayîna agirbesta di navbera Îsraîl û Hemasê de û derbasbûna Alîkariyên Mirovî ji bo Xezeyê, pêk bîne.
Ceylan Hesen