Navanda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûrî (SOHR), da xuyakirin ku operasyonên revandinê li Sûriyê zêde bûye û di navbera 10 rojan de 17 kes hatine revandin.
Li Sûriyê heya niha aramî çênebûye û rewşeke kaosê heye. Lewma her roj kuştin, binçavkirin û revandin çêdibe. Di vê mijarê de SOHR lêkolînek çêkiriye û bi daxuyaniyekê encamên vê eşkere kir. Li gor daxuyaniya SOHR’ê operasyonên revandinê her ku diçe zêde dibe û ev jî di şêniyan de metirsiyekê çêdike.
Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê diyar kir, ku 17 dozên revandinê di dirêjahiya deh rojan de belge kirine û wiha diyarkir:
Du dozên li Hemayê (mêr)
Sê doz li Laziqiyê (mêr)
Dozek li Tartûsê (jin)
Dozek li gundewarê Şamê (zarok)
7 doz li Şamê (mêr)
Dozek li Helebê (çalakvana çapemeniyê)
Ev bûyerên revandinê di nav civakê de rê li ber fikaran vekir. Tê xuya kirin ku bi van revandinan re tê xwestin ku civak bixin bin serweriya xwe .
Di berdewama tomarkirina bûyerên nû de ku hin ji wan jin û zarok kirin hedef, deriyê pirsên der barê berfirehkirina diyardeya revandinê re vekir.
Di dawiya daxuyaniya xwe de SOHR bang li desthilata Sûriyê kir ku çareseriyek bi lez ji vê pirsgirêkê re bibîne, da ku nebe sekneke ji rêzê.
Egîd Xelîl