Donald Trump li ser hesabê xwe yê “Truth Social” nivîsand ku ev rojeke mezine ji bo Amerîkayê ji ber ku bi vî awayî serdemek dirêj bi dawî dike û leşkerên dawî yên Amerîkî ji Îraqê derdikevin.
Trump diyar kir ku vekişîna birêkûpêk a hêz û alavên hevpeymaniya navneteweyî, tevî vekişîna ji Baregeha Hewayî ya Hewlêrê, nîşana dawiya salên destwerdana leşkerî ye.
Her wiha Trump vekişîna hêzên Amerîkî, wekî serkeftinek ji bo Îraqê û serkeftinek li ser DAIŞ`ê bi nav kir.
Serokê Amerîkayê posta xwe wiha bi dawî kir:
"Em hatin ku li dijî xîlafetekê şer bikin.
Êdî xîlafet tune. Em vedigerin welatê xwe."
Derbarê heman mijarê de, Pentagon jî diyar kir ku vekişîna hêz û alavên koalîsyonê ji Baregeha Hewayî ya Hewlêrê, li gorî rêkeftinên ku di navbera Bexda û Washingtonê de di îlona sala 2024`an de li hev kirine, bidawîhatina mîsyonê temsîl dike.