Li gorî zanyariyan ji ber êrîşê agir bi nêzîkî Kampa Azadiyê ketiye lê ti zererên canî çênebûne.
Kampa Azadiyê ya li nêzîkî Koyeyê cihê jiyanê ya malbatên endamên Partiya Demokrat a Kurdistanê-Îran ye.
Kampa Azadiyê çendîn caran ji aliyê dewleta Îranê ve rastî êrîşên leşkerî û drona hatiye, ku di encama wan êrîşên berê de heta niha 32 kes şehîd ketine û 156 kes jî birîndar bûne.