Serokê YNK'ê Bafil Talebanî: Dem dema yekîtiyê ye

Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Bafil Talebanî, di derbarê bûyerên ku li Başûrê Kurdistan û Îraqê de rû didin, peyamek da û got: "Di vê demê de, alozî û xetereyên mezin li ser Başûrê Kurdistanê hene, divê parastina aramiya welatiyên xwe esas bigirin. Niha dema yekîtiyê ye li hemberî ew xetereyên mezin ku dixwazin me bixin navê."

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Serokê YNK'ê Bafil Talebanî têkildarî alozî û bûyerên li Îraq û Başûrê Kurdistanê peyamek da.

 

Bafil Talebanî di peyama xwe de wiha got:

 

"Di vê demê de, ku herêma me bi alozî û nearamiya giran re rû bi rû ye, nabe ku biryarên ku bandorê li ser çarenûs û jiyana gelê me bikin, bi rengekî yek alî bên girtin.

 

Hikûmeta Başûrê Kurdistanê hikûmeteke bextewere û divê hemû alî li gorî vê xwedî helwest bin.

 

Niha ne dema alozî, nakokî û zêdekirina aloziyên siyasî ye.

 

Xelkê me hêjayî jiyaneke aram û bextewere û di dema xwe de mûçeyên xwe bigirin."

 

Her wiha Serokê YNK'ê diyar kir ku, niha dema yekîtiyê ye li hemberî ew xetereyên mezin ku dixwazin me bixin navê.

 

Bafil Talebanî da zanîn ku ew piştgiriye dide diyaloga avakar ya li gel hevparên li Hewlêr û Bexdayê ye ji bo parastina aramiya Başûrê Kurdistan û Îraqê.

 

Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Bafil Talebanî di dawiya peyama xwe de tekez kir ku ew ê aramiya welatiyên xwe nexin metirsiyê.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye