Lezgin

QSD’ê: Êrîşkarên Mar Elias ne ji Kampa Holê bûn

reset font size increase font size

Berdevkê Wezareta Hundirîn a desthilata Şamê îdîa kir ku her du êrîşkarên Dêra Mar Elias ji kampa Holê ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ne û ji wir çûne.

Navenda Ragihandina Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) duh (25’ê Hezîrana 2025’an) bi daxuyaniyeke nivîskî, teqez kir ku ev îdîa ne rast e

QSD’ê da zanîn ku piştî van îdîayan, rayedarên wan ên pêwendîdar dest bi lêkolîna tomarên niştecihên kampa Holê û kesên ku di dema borî de jê derketine kirin.

Di daxuyaniyê de hat piştrastkirin ku ji bilî kesên ku di dema borî de li ser daxwaza desthilata Şamê çûne hundirê Sûriyê û malbatên Îraqî yên ber bi welatê xwe ve çûne, ti kes ji kampê derneketiye.

Di heman demê de diyar kir ku Kampa Holê malbatên DAIŞ’ê, hem Sûrî û hem jî biyanî, ku piraniya wan jin û zarok in, dihewîne û piştrast kir ku terorîstên biyanî tê de tune ne.

Li aliyê din, balkişand ser ku hêzên wan; tekane hêza Sûriyeyê ne ku di sala 2019’an de li Baxozê li dijî DAIŞ’ê şer kirin û ew têk birin. Berdewam bi hêzên hevpeymaniya navneteweyî ya li dijî terorê re mîsyonên xwe yên hevbeş pêk tînin.

QSD’ê di daxuyaniyê de girîngî pê da ku ew ji bo berfirehkirina mîsyonên xwe ya bi hêzên hevpeymaniya navneteweyî re, amade ne.

Hêzên Sûriyeya Demokratîk di dawiya daxuyaniya xwe de bang li desthilata Şamê kir ku lêpirsînên zelal û rast bike û wan belgeyan ji raya giştî re ragihîne.

Çi bibû?

Di 22’ê Hezîrana 2025’an de êrîşeke xwekujî li Dêra Mar Elias a Paytexta Sûriyê Şamê, pêk hat. Di encamê de 25 kesan jiyana xwe ji dest dan û zêdetirî 60 kesên birîndar bûn. Wezareta Hundirîn a Sûriyê yekser piştî komkujiyê, êrîş avêt ser milê DAIŞ’ê lê paşê rêxistina Seraya Ensar El-Sunna bi daxuyaniyekê derket û ev êrîş girt ser xwe.

Ebîr Muhemed

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24