KCK: EM Ê GAVÊN PEWÎST BAVÊJIN

Piştî banga Rêberê Gele Kurd Abdullah Ocalan, Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK bi daxuyaniyekî re sekna xwe ya li hember bangê diyarkir û got: “Em bi biryar in ku gava Rêber Apo ji me dixwaze biavêjin. Lê belê divê bê zanîn ku pêvajo bi yek alî û tenê bi gavên me bi pêş ve naçe.”

reset font size increase font size

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK derbarê banga dîrokî ya Rêberê Gelê Kurd de daxuyaniyek da.

KCKê DI di daxuyaniya xwe de destnîşan kir kuberiya her tiştî dîtina Rêberê gelê Kurd hem ji bo wan hem jî ji bo gel û dostan cihê keyfxweşiyê ye û bi rêzdarî Rêber Abdullah Ocalan silav kir. 

KCKê bi bîrxist ev banga duyêmîne ku ji aliyê Rêber Abdullah Ocalan ve hatiye weşandin û got:

 “Rêber Apo bi gotina, ‘Ez piştgiriya Banga Aştî û Civaka Demokratîk a 27ê Sibata 2025an didomînim’ careke din îradeya xwe bi xurt û vekirî nîşan da. 

Wekî Tevgera Azadiyê, me ev banga dîrokî ya Rêber Abdullah Ocalan nirxand. Em pêwîst dibînin ku encamên em gihîştinê bi eşkereyî bi gelê xwe û raya giştî re parve bikin.”

``EM JI BO BAWERIYA XWE LI PIŞT PÊVAJOYÊ SEKINÎN``

KCK di daxuyaniyê de diyar kir ku heya niha piştgirî û baweriya xwe ji bo pêvajoya “Aştî û Civaka Demokratîk” nîşan dane û biryarên stratejîk girtine û gevên pewsît avêtine. 

KCK diyar dike ku rexmî vî hê jî pêvajo yek alî dimeşe û dibêje: 

“Komara Tirkiyeyê û hikûmeta wê ya heyî hîn jî li gorî pêdiviyên pêvajoyê û gavên berbiçav ên ku me avêtine ti gav neavêtine. Em vê yekê dibînin û dizanin. 

Lê tevî vê yekê, li gorî baweriya ku me bi armancên ‘Banga Aştî û Civaka Demokratîk’ aniye, em li pişt pêvajoyê sekinîn. 

Niha, ji bo vê banga dîrokî ya nû, em radigihînin ku em ê gavên berbiçav ên ku Rêber Apo ji me dixwaze bavêjin.

 Em vê gava şênber, mîna gavên din ên ku me avêtine, ji bo girêdana xwe ya bi Rêber Abdullah OCALAN re nîşan bidin û bi baweriya ku gelê me û mirovahî wê bi Manîfestoya Civaka Demokratîk azad bibin, diavêjin.”

KCK: PÊVAJO YEK ALÎ PÊŞ NAKEVE

KCKê daxuyakirin ku ev banga Rêber Abdullah Ocalan ne tine ji bo wane, di hemna demî de ji bo dewletê ye jî û hat gotin:

 “Divê were fêmkirin ku pêvajo bi yekalî an jî tenê bi gavavêtin me pêş nakeve. Ji ber vê yekê, divê bi awayekî rast nêzî pêvajoyê bibin û gavên pêwîst werin avêtin. 

Li ser vê bingehê, divê esareta Rêber Apo yê ku pêvajoya Civaka Demokratîk pêş xistiye bi dawî bibe. 
Ya duyemîn, divê siyaset û Meclîs li gorî vê yekê însiyatîfê bigire û gavan biavêje. 

Pêvajoyek û pêşveçûnek watedar tenê bi vê yekê pêkan e.”

Herî dawî KCK baweriya xwe ya ji bo serkeftina pêvajoyê dubare kir û aliyên din jî dawetî hilgirtina berpirsiyartiyên xwe kir. 

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24