Îro di saetên êvarê de, bi mûşekan êrîşî Kampa Azadî ya Zerye Spî û Goristana Şehîdan ya Kurdên Rojhilatê Kurdistanê ku dikeve sînorê navçeya Koye ya ser bi Parêzgeha Hewlêrê ya Başûrê Kurdistanê ve, hat kirin.
Hat ragihand ku êrîş bi 7 mûşekan pêk hatiye û piranî rastî Kampa Azadî hatiye kirin.
Her wiha heta niha têkildarî ziyanên êrîşê ti agahî nehatine bidestxistin.
Hêjayî bi bîrxistinê ye, di saetên sibehê û piştî nîvroyê de jî Koye dîsa hatibû bombebarankirin.
Di nava van kampan de, welatiyên sivîl yên ji Rojhilatê Kurdistanê jî hene.