Besê Hozat: Heta ku Tirkiye demokratîk nebe, pêvajoya aştî bi ser nakeve

Hevseroka Konseya Rêveber a KCK'ê Besê Hozat anî ziman ku pirsgirêka Kurd divê li ser bingeha demokratîkbûna Tirkiyeyê çareser bibe û da zanîn ku bêyî demokratîkbûnê Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk nikare bi ser bikeve.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Hevseroka Konseya Rêveber a Koma Civakên Kurdistanê (KCK) Besê Hozat, di bernameyeke taybet a televîzyona Medya Haberê de mijarên di rojevê de nirxandin û bal kişand ser nîqaşên derbarê "Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk" de.

'Pêvajo bi gavên yekalî dimeşe'

Besê Hozat, gotinên Serokê Meclîsa Tirkiyeyê Nûman Kûrtûlmûş ên weke "pêvajo di rêya xwe de dimeşe" red kirin û wiha axivî: "Li holê pêvajoyeke ku weke tê xwestin dimeşe nîne. Pêvajo gelekî giran e û bi gavên yekalî dimeşe. Heta niha ji aliyê dewletê ve tu gaveke demokratîk, siyasî û hiqûqî nehatiye avêtin."

Hozat diyar kir ku ji bo serxistina vê pêvajoyê divê di serî de çarçoveyeke hiqûqî û statuyeke fermî ji bo mercên azad ên jiyan û karkirinê yên Abdullah Ocalan were misogerkirin da ku karibe bi rengekî eşkere rêberiya vê pêvajoyê bike.

Destûra bingehîn a nû û karakterê dewletê

Hozat destnîşan kir ku destûra bingehîn a heyî (ya 12'ê Îlonê) xwedî karakterekî "faşîst, tekperest û înkarxwe ye". Hozat bang kir ku destûreke nû, demokratîk û pirreng ku nasname û baweriyan qebûl dike were çêkirin û ji bo vê jî divê hemû dînamîkên civakî, rêxistinên sivîl, jin û ekolojîst tevli pêvajoyê bibin.

Polîtîkayên Rojava, Başûr û Rojhilat

Besê Hozat di berdewamiya nirxandinên xwe de bal kişand ser rewşa parçeyên din ên Kurdistanê:

Rojava: Hozat helwesta Şamê ya antî-demokratîk rexne kir û biryara daxistina dersên zimanê kurdî ya ji bo hefteyê 3 saetan weke parçeyekî feraseta înkarê ya Sûriyeyê bi nav kir. Hozat got ku gelê Rojava 14 sal in bi pergala xwe ya pirzimanî û xwerêveberiyê dijî û vê paşvegavavêtinê qebûl nake.
Başûr : Yekbûna pêşmergeyan di bin banê wezareteke hevpar de weke pêşketineke erênî nirxand û diyar kir ku divê dawî li desthilatdariya partî û malbatan were û Hikumeteke Yekîtiya Demokratîk ava bibe.
Rojhilat: Hozat diyar kir ku dewleta Îranê bi polîtîkayên darvekirinê rewatiya xwe winda kiriye. Hozat bang kir ku li hemberî darvekirinan kampanyayên xurt werin meşandin û da zanîn ku riya rizgariya Îranê di pêkanîna reformên demokratîk û naskirina federalîzma xwecihî de ye.

Di dawiyê de Besê Hozat bang li hemû hêzên demokrasiyê, tevgerên jinan, kedkar û ekolojîstan kir ku hemû çemên têkoşînê li qadeke hevpar bigihînin hev da ku sînerjiyeke mezin a demokrasiyê ava bibe û zextê li dewletê bike.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye