Hevdîtininên di derbarê Pêvajoya Aştiyê de berdewam dikin.
Îro şandeya Îmraliyê û Serokê Meclîsê Numan Kurtulmuş li hev civiyan.
Di civînê de, xebatên Şandeya Îmraliyê ya Dem Partî, hevdîtinên bi aliyên siyasî re hatine kirin û Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk ku ji aliye Abdullah Ocalan ve hatiye destpêkirin di kêjan merhaleye de ye hatine axaftin.
Li gorî berpirsiyariyên ku saziya siyasî hildaye encamên girîng û bi qîmet hatine bidestxistin.
Di hevdîtinê de hate teqez kirin ku di qonaxa pêş de ji bo bi serkeftin temamkirina prosesa 'Tirkiyeya bê teror' divê di parlementoyê de xebatên pêwîst bên kirin û qanûnên pêwîst bên cîbicîkirin.”