Çûyîna koma duyemîn a koçberên Efrînê ku wê di 12'ê Adara 2026'an de pêk bihata, ji ber sedemên ne diyar hatibû paşxistin.
Di derbarê mijarê de, Hevserokê Kombenda Efrînê ya Civakî Îbrahîm Heftaro diyar kir ku wan ji bo çûyînê 200 malbalt amadekirine, lê komîteyê li ser vê berpirsiyarê agahî daye ku wê vegera Efrîniyan piştî Newrozê be.
Heftaro destnîşan kir ku "Sedema ku ji ber wê veger hatiye taloqkirin, dibe ku ji ber rêya M4'ê be."
Heftaro wiha got:
"Diviya bû ku heta Newrozê hemû koçber vegerin, lê ji ber hin sedemên ewlekariyê, pêk ne hat."
Hevserokê Kombenda Efrînê ya Civakî Îbrahîm Heftaro, bangewazî ji gelê Efrînê re kir ku ew vedigerin, lê divê ew rojên berê jî ji bîr nekin û wiha bi dawî kir:
"Divê em Efrîneke nû û rojeke nû bi hev re ava bikin."