Heyeta Pispor a Neteweyên Yekbûyî, êrîşa Îsraîlê ya di Hezîrana 2025'an de li dijî Girtîgeha Evînê wekî 'sûcê şer' pênase kir.
Di rapora ku li Cenevreyê de hatiye pêşkêşkirin, hate diyarkirin ku êrîş ne hedefa leşkerî ye û bal kişand li ser binpêkirinên mafên mirovan ên li Îranê.
Di raporê de, hate diyarkirin ku di vê êrîşa ku nêzî 80 kesan jiyana xwe tê de ji dest dane, ne 'hedefek rewa ya leşkerî' ye.
Hate îfadekirin ku Girtîgeha Evînê weke girtîgeheke ku girtiyên siyasî lê dimînin, tê zanîn.
Seroka Heyeta Pispor a NY Sara Hossaîn, diyar kir ku mudaxeleya leşkerî ya derve, îhtîmala ku li Îranê rê li ber guherînek siyasî ya mayînde veke, gelekî kêm e.
Hossaîn da zanîn ku ev gav wê metirsiya zêdekirina zexta hundirîn, zêde bike.
Li aliyekî din, di raporê de rayedarên Îranê jî bi binpêkirinên cidî yên mafên mirovan hatin sûcdar kirin.
Rapora NY, binpêkirinên Îranê wekî sûcên şer bi nav kirin
Di raporê de hate diyar kirin ku di nava van binpêkirinan de binçavkirinên kêfî, îşkence, tundiya zayendî, zexta dijî jinan û bûyerên kuştinan hene.
Her wiha raporê ragihand ku pêkanînên ku tên kirin, dikevin di 'çarçoveya sûcê dijî mirovatiyê' de.
NY: Ger şerê Îranê heya Hezîranê bidome wê 45 milyon mirov birçî bimînin
Alîkarê Birêvebirê Cîbicîkar ê Bernameya Xwarinê ya Cîhanî (WFP) ya ser bi Neteweyên Yekbûyî ve Carl Skau li Cenevreyê di konferanseke rojnamegeriyê de axivî.
Carl Skau got: "Heger şerê Rojhilata Navîn heta Hezîranê bidome, wê 45 milyon kesên din ji ber bilindbûna bihayan, bikevin di nava xeleka birçîbûneke tund de."
Carl Skau amaje bi wê yekê kir ku ev pêşhatî wê asta birçîbûnê ya li cîhanê bigihîne hejmareke wisa ku berê ti carî nehatiye tomarkirin.
Skau wiha got: "Ev pêşbîniyek gelekî metirsîdar e."
NY: Niha 319 milyon kes ji ber birçîbûnê dinalin
Li gorî amarên Neteweyên Yekbûyî, niha 319 milyon kes li cîhanê ji ber birçîbûneke tund dinalin.
Amerîka û Îsraîlê di 28'ê Sibatê de, êrîşî Îranê kir û Îranê jî bi mûşek û dronan bersiva wan da.
Wekî beşek ji bersivdana xwe, Îranê êrîşî welatên Kendavê kir û ji roja duyem a şer ve Tengava Hurmuzê girtiye.
Tengava Hurmuzê wekî yek ji girîngtirîn rêyên avî yên cîhanê tê dîtin.
Li gorî Saziya Zanyariyên Enerjiyê ya Amerîkayê, rojane ji sedî 20'ê petrola hinardekirî ya cîhanê di vê tengavê re derbas dibe.
Dema ku şer dest pê kir, bermîlek petrola Brentê bi 72 dolarî bû lê niha bi zêdetirî 100 dolaran tê firotin.
Bilindbûna bihayê enerjiyê wê bandorê li bilindbûna bihayê xwarin û pêdiviyên din ên rojane jî bike.