Li gorî raporên hatine weşandin, çalakvana siyasî û girtiya berê ya siyasî Leyla Mirghafarî, di encama serdergirtina mala wê de, ji aliyê hêzên ewlehiyê yên dewlata Îranê ve hate binçavkirin.
Heta niha derberê sedema binçavkirinê û ji aliyê kijan saziyê ve hatiye binçavkirin, ti agahî nehatine parvekirin.
Li gel destpêkirina şer, rayedarên dadgerî û ewlehiyê yên dewleta Îranê, gelek caran gef li welatiyan xwarine û her cûreyên xebatê, li dijî rejîmê wek sîxur, hevkariya bi DYA-Îsraîlê re bi nav kirine.
Di van şertan de, binçavkirina welatî, sivîl, çalakvanên sivîl û bi taybet girtina girtiyên berê yên siyasî, wan rû bi rûyî metirsiya bi zorê îtirafkirin, êşkence û heta darvekirinê dihêlin.
Duh, Serokê Dezgeha Dadweriyê ya Îranê, Muhsenî Ejeî, diyar kir ku careke din wan biryar ji bo desteserkirina mal û milkên hin kesên ku bi DYA- Îsraîlê re hevkarî kirine, hatiye dayîn.
Her wiha li gorî ku Serokê Dezgeha Dadweriyê ya Îranê, di vê çarçoveyê de biryara cezayê darvekirinê daye hin çalakvanan.