Lezgin

Çalakiya Dayikên Şemiyê di hefteya 1057’an de ye

reset font size increase font size

Dayîkên Şemiyê di çalakiya xwe ya hefteya 1057’an de ji bo Omer Çetîn, Ahmet Guler, Saît Şen, Beşîr Baskak, Abdullah Guler û Ahmet Guler ên ku piştî binçavkirinê hatine qetilkirin daxwaza edaletê kirin.

Dayikên Şemiyê, ku ji sala 1995’an vir ve li Qada Galatasarayê çalakiya rûniştinê li dar dixin da ku aqûbeta xizmên xwe yên ku di binçavan de winda bûne hîn bibin û ji bo sûcdar bêne darizandin di hefteya 1057’an de dîsa li heman meydanê daxuyanî dan.

Xizmên windayan bi têkoşîna xwe ya salan a ji bo edaletê, bûyera qetilkirina Omer Çetin, Ahmet Guler, Saît Şen, Beşîr Baskak, Abdullah Guler û Ahmet Guler, ku di sala 1993’an de li gundê Ozbaşoglu yê navçeya Basan a Şirnexê hatin binçavkirin û qetilkirin anîn rojeva raya giştî.

Di sala 2012’an de, ji aliyê Dozgeriya Giştî ya Rayedar a Taybet a Dîyarbekirê ve lêkolinek hat destpêkirin û di encama de hestiyên windayan hatin dîtin. Piştî 19 salan, hestiyên ku ji cilên wan hatine tespîtkirin radestî malbatan hatin kirin.

Di daxuyaniya dayîkên şemiyê de hat tekez kirin ku tevî li ser bûyerê re 32 sal derbas bûne jî, heta niha ti daxuyaniyek fermî nehatiye dayîn û berpirsiyar nehatine darizandin. Malbat wendayan û parêzvanên mafên mirovan diyar kirin ku ew ê têkoşîna xwe ya ji bo eşkerekirina rastiyê û misogerkirina edaletê bidomînin. Di dawiya daxuyaniyê de wiha hate gotin, "Çend sal jî derbas bibin, em ê ji bo hemû windahiyên xwe, ji bo Omer Çetîn, Ahmet Guler, Saît Şen, Beşîr Başkak, Abdullah Guler û Ahmet Guler daxwaza edaletê bikin.  Divê dewleta Tirk di çarçoveya normên qanûnî yên gerdûnî de tevbigere."

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24