Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG`ê bi daxuyaniyekê ragihand ku êrişên artêşa Tirk ên li hemberî hêzên gerîla zêdetir bûne û got: ``Me bi armanca parastina rewa çalakiyên bersivdayînê lidar xistine”.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG`ê di daxuyaniya xwe de Şêx Seîd û hevalên wî bibîranî.
Navendê diyar kir ku ew weke neferên fedaî yên vê dozê dilsoziya xweji bo doza azadiya Kurd û Kurdistanê ya Şêx Seîd û rêhevalên wî raber dikin.
HPG: Artêşa Tirk li dijî gêrîla çekên kîmyewî bikaranî
HPG`ê di daxuyaniyê de dazanîn ku êrîşên deweleta Tirk di nava du hefteyan de bi taybetî li Herêma Rojavayê Zapê, bejahiya navbera navçeya Amediyê û Dêrelokê ya Başûrê Kurdistanê û li hemberî hêzên wan yên li Metînayê pir zêde bûne.
Her wiha ragihand ku artêşa Tirk li gundê Sêgirê li dijî hêzên wan çekên kîmyewî bikaraniye.
HPG: Li dijî her cûre êrişan em ê mafê xwe yê parastinê bikarbînin
HPG`ê eşkere kir ku hêzên wan di 24 û 26'ê Hezîranê de li dijî artêşa Tirk ên herêmê operasyonên bersivdayînê lidar xistine û got:
``Girêdayî pêvajoya nû ya ji aliyê Rêber Apo hatiye îlankirin û biryarên 12`emîn kongreya PKK`ê û tevî ku têkoşîna çekdarî hatiye sekinandin. Lê dewleta Tirk bi dijwarî bi çekên kîmyewî êrîş dike ku ev çek ji aliyê qanûnên navneteweyî ve hatine qedexekirin û bikaranîna wê sûce. Vê sûcên xwe jî bi taybet li herêma Amediyê bikartînin. Li dijî vê sûcê hêzên me bersiv da``
`Bombebaran û topbaranên li ser Herêmên Parastina Medya didome`
HPG`ê di berdewamiya daxuyaniya xwe de derbarê êrişên dewleta Tirk yên ku di 20 û 27`ê mehê pêkaniye de ev agahî da:
``Li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê, tunelên Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê 18 caran bi hiltî, ekskavator û sondajê hewl hatiye dayîn bê hilweşandin.
26’ê Hezîranê, li Herêma Metînayê tunelên wan yê Dergelê 15 caran bi hiltî, kepçe û sondajê hewl hatiye dayîn bê hilweşandin.
Li herêma Metîna ya Bêşîlê û Dergelê 11 caran bi dronên hatin bombebaran kirin.
Li herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê 9 caran tûnelên girê Amedê bi gazên kîmiyawî û dironênê tijî teqmenî hatin bombebarankirin.
Di 27`ê Hizêranê de jî tunelên girên Amediyê bi teqemeniyên wêranker û dû re bi gazên kîmyewî bi dijwarî hatin bombebarankirin.``
Her wiha navendê diyar kir li gelek deverên herêma Metîna, Garê, Rojavayê Zapê bi çekên giran top û obusan bênavber hatine bombebarankirin.
Aya Ehmo