Kanala Al Hurra hevpeyvînek bi Hevseroka Gerînendeya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmed re pêk anî.
Îlham Ehmed der barê pêvajoya entegresyonê de diyar kir, ku heta niha di hin waran de pêşketin hene û hin dezgeh entegre bûne, di hinan de jî nakokî hene.
Îlham Ehmed destnîşan kir ku zehmetiyên li pêş pêvajoya entegrasyonê vedigerin hişmendî û mekanîzmeya birêvebirina welêt û got:
"Em ji aliyê xwe ve hewl didin ku pêvajoya entegrasyonê bi hêsanî û bê pirsgirêk pêk were.
Heta niha hin gav hatine avêtin, weke entegrekirina hêzên leşkerî û hêzên Asayîşê.
Her wiha gelek dezgehên rêveberî jî entegre bûne û gelek jî hîn nebûne.
Astengî hene, ev astengî girêdayî hişmendî û mekanîzmeya birêvebirina dewletê ne."
Hevseroka Gerînendeya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser da xuyakirin, ku heger civak neyê razîkirin û ewlekirin aştiya civakî pêk nayê û wiha anî ziman:
"heta niha jî metirsî hene, em dibînin ku pir pêwîst e ku rûpelên sorkirinê werin bêdengkirin."
Îlham Ehmed: Hilbijartinên Meclisa Gel ne îdeal bûn
Der barê hilbijartinên Meclisa Gel de jî Îlham Ehmed da zanîn ku ev hilbijartin neyînî û ne di cih de bûn, ji ber ku bi siyaseteke yek alî ve hat meşandin û wiha anî ziman:
"Ev hilbijartin ne îdeal bûn, mekanîzmeya ku vê dosyayê bi rê ve dibe ne mekanîzmeyeke di cihê xwe de ye.
Gelek rexne hene.
Di navbera aliyên siyasî û civakî de cudahî hebû.
Jin jî ji vê pêvajoyê bêpar bûn."