Li Hemayê 2 bira bi tawana têkiliya bi rêjîma Esed re hatin kuştin.
Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê ragihand ku her du bira li bajarokê Qemhana yê gundewarê Hemayê, ji aliyê çekdarine nenas ve hatin gulebarankirin.
Çavdêriyê diyar kir ku ji destpêka sala 2026’an ve, hejmara kesên ku bi tawana têkiliya bi rêjîma Esed re hatine kuştin bû 11 ku ew jî wiha ne:
1 li Idlibê, 2 li Helebê, 6 li Hemayê û 2 li gundewarê Şamê.
Girtiyên Durzî li zindana Edrayê dest bi greva birçîbûnê kirin
Ji aliyekî din ve, li gorî Çavdêriya Sûriyê ya Mafên Mirovan, piştî nêzîkî salekê ji girtina wan, bi dehan kes ji civaka Durzî ku di zindana Edrayê de ne, dest bi greva birçîbûnê kirin.
Ev kes tîrmeha sala borî ji aliyê eşîrên Bedû ve hatibûn revandin û ji wê demê ve di zindana Edrayê de tên ragirtin.
Li gorî Çavdêriya Sûriyê ya Mafên Mirovan, ji ber rewşa jiyanî û tenduristî ya xirab, van kesan dest bi greva birçîbûnê kiriye.
26’ê sibata borî, li parêzgeha Siweydayê di navbera hêzên Hikûmeta Veguhêz û Heres Wetenî yên Siweydayê de pevguhartina dîl û girtiyan pêk hat.
Di wê dîrokê de, 61 sivîl ji Siweydayê û 30 endamên hêzên parastinê û hêzên ewlekariya hindirîn ên Hikumeta veguhêz hatin berdan.