Ev çend rojin çekdarên Hemasê di tunelan de asê mane.
Di nava nezelaliyên li ser çarenûsa bi dehan çekdarên Hemasê yên ku di tunelên herêma Refahê ya başûrê Xezeyê de asê mane, Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu piştrast kir ku ew ne raziye çekdarên Hemasê serbest berde.
Netanyahu: Me soz nedaye Washingtonê ku em çekdarên Hamasê berdin
Li gorî Ajansa Îsraîlê, îro nivîsgeha Netanyahu di daxuyaniyekê de eşkere kir Benjamin Netanyahu soz nedaye Washingtonê ku çekdarên Hemasê serbest berde.
Ev daxuyanî di demekê de hat dayîn ku serokê partiya "Yisrael Beiteinu", Avigdor Lieberman, ragihand ku Netanyahu soz daye Amerîkiyan çekdarên Hemasê ji Refahê bêyî erêkirina hikûmetê berde.
Di heman demê de, duh nûnerê Amerîkî Steve Witkopf û zavayê Trump Jared Kushner bi Netanyahu re civiyan.
Di vê civînê de li ser mijara kesên ku li Refahê dorpêçkirî ne û plana Amerîkî ya ji bo Xezeyê hat nîqaşkirin.
Îsraîlê pêşnûmeya cezayê 'darvekirinê' ya ji bo Filistîniyan da ber dengdayînê
Li aliyekî din jî, Parlamentoya Îsraîlê Knesset, pêşnûmeqanûna ku wê cezayê darvekirinê li Filistîniyên ku bi "cinayetên têkildarî terorê" hatine mehkûmkirin, da ber dengdayînê.
Televîzyona dewletê ya Îsraîlê KAN, diyar kir ku ji 120 parlamenteran 39 "erê" û 16 "na" deng hat dayîn.
Her çend pêşnûmeqanûn wê cezayê mirinê li Filistîniyên ku bi "sedemên neteweperestî" jî tên tawanbarkirin ferz bike, ev qanûn wê ji bo cihûyên Îraîlî re nederbasdar be.
Dengdana vê pêşnûme qanûnê ji aliyê parêzvanên mafên mirovan ve bû cihê bertekan.
Parêzvanên mafan mirovan anîn ziman ku ev qanûn tenê Filistîniyan hedef digire.
Ger ev pêşnûme bibe qanûn, wê qedexeya darvekirinê ya 62 salan a Îsraîlê bi dawî bibe.
Di dîroka Îsraîlê de heya niha tenê efserê nazî Adolf Eichmann hatiye darvekirin.