Li gorî rapora ku gihaye ber destê Saziya Mafên Mirovan a Hengawê, di cotmeha îsal de, girtiya Kurd Şeyda Ezîzî, ji aliyê "Taya Yekem a Dadgeha Şoreşê ya Sine" ve bi tawanabara "hewildana li dijî ewlehiya neteweyî" bi 3 sal girtîgehê hate cezakirin.
Şeyda Ezîzî bi xwe xelka navçeya Kamêranê ya bajarê Sine ya Rojhilatê Kurdistanê ye, di dema şerê 12 rojan ê di navbera Îsraîl û dewleta Îranê de li navçeya xwe hatibû girtin.
Li gor Hengawê Şeyda Ezîzî di heyama girtina xwe de ji mafê hevdîtina bi parêzer û malbata xwe re hatibû bêparkirin.
Şeyda Ezîzî niha li girtîgeha jinan a "Navenda Çaksazkirinê ya Jinan a Sineyê" tê girtin.