Beriya 34 salan Şerefkendî û hevrêyên xwe hatin kuştin

Sekreterê berê yê Partiya Demokratîk a Kurdistana Îranê (PDK-Î) Dr. Sadiq Şerefkendî di 17’ê îlona 1992’an de, li paytexta Almanya Berlînê ligel 3 hevalên xwe hat kuştin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Dewleta Îranê, li hemberî Kurdan hemû rê û rêbazên binpêkirinan pêk tîne.

Bi taybet hedfgirtin û kuştina rêber û pêşengên Kurdan.

Yek ji van binpêkirinan, kuştina sekreterê berê yê Partiya Demokratîk a Kurdistana Îranê (PDK-Î) Dr. Sadiq Şerefkendî ligel 3 hevalên wî ye.

Dr. Sadiq Şerefkendî, di 17’ê îlona 1992’an de, li paytexta Almanya Berlînê ligel 3 hevalên xwe hat kuştin.

Li ser kuştinê, îro 34 sal derbas dibin.

Şerefkendî di 17’ê îlona 1992’an de li xwaringeha Mykonosê ya li bajarê Berlînê, paytexta Almanyayê dema ku ligel mûxalefeta Îranê di civînê de bû, ligel pênc hevalên xwe rastî êrîşeke çekdarî hatin.

Di encama êrîşê de tevî Şerefkendî, nûnerê PDK-Î yê li Ewropayê Fattah Abdolî, nûnerê PDK-Î yê li Almanyayê Homayoûn Ardalan û mûxalîfê Îranî Nûrî Dehkurdî jiyana xwe ji dest dabûn.

10 gule li Şerefkendî ketibûn û ji wan gûleyan jî du gule rasterast li serê wî xistibûn.

Dr. Sadiq Şerefkendî ku piştî Ebdulrehman Qasimlo bibû sekreterê Partiya Demokratîk a Kurdistana Îranê, ji aliyê dewleta Îranê ve hat kuştin.

Sadiq Şerefkendî yê ku weke Se`îd Şerfkendî tê naskirin, birayê helbestvan mamoste Hejar e, 11’ê çileya 1938’an li gundê Terexe yê li bajarê Bokanê ji dayîk bûye.

Di sala 1973’yan de li Fransa Dr. Ebdulrehman Qasimlo nas dike û di sala 1979’an de dibe şêwirmendê Komîteya Navendî ya Hizba Demokrat.

Piştî şehîdxistina Qasimlo dibe sekreterê giştî yê Partiya Demokratîk a Kurdistana Îranê (PDK-Î).

Ne cara yekem bû ku dewleta Îranê li derveyî welat li qadeke navdewletî kuştinên wiha pêk dianîn. 

Îranê li derveyî welat bi dehan bûyerên kuştinê pêk anîne

Serokwezîrê berê yê Îranê Dr. Şapur Bextiyar di sala 1991’an de li Parîsê, helbestvan û Hunermend Ferûxzad di sala 1992’yan de li bajarê Bonê yê Almanyayê, serokê Nîhzeta Mûqaweseya Milî ya Îranê Ebdulrehman Burûmend di sala 1991’an de li Parîsê, sekreterê giştî yê Hizba Demokratîk a Kurdistana Îranê Dr. Ebdurehman Qasimlo di sala 1989’an de li Vîyana û çend nimûneyên din ên kuştinên dewleta Îranê yên li welatên Ewropayê pêk anîne, hene.

Piştî bûyerê bi salekê polîsê Almanyayê endamê Supaya Pasdarên Îranê Kazim Darabî û sê kesên Libnanî girtin.

Piştre derket holê ku fermandarê vê êrîşa hovane Ebdulrehman Benî Haşimî ye, ji Almanyayê reviyaye.

Dadgehê dest bi dadgehkirina van kesan kir û piştî du mehan cezayê hetahetayî li Kazim Darabî û kesekî din birî, yek serbest hate berdan û ji bo yên din jî ji 5 sal heta 11 salan cezayê girtinê lê birî.

Kazim Darabî ku cezayê hetahetayî girtibû di sala 2007’an de hat berdan û vegeriya Îranê.

Berpirsên karê derve yên Îranê jî bi coş pêşwaziya wî kirin.

Her wiha li gorî biryara dadgehê, serokkomarê wê demê yê Îranê Elî Ekber Haşimî Refsencanî, Wezîrê Îtilaatê Elî Felahiyan û çend rayedarên din ên Îranê wek berpirsyarê kuştina Sekreterê PDK-Î Dr. Şerefkendî û hevalên wî hatin tawanbarkirin.

Îro jî li dijî Kurdan û bi taybet jî pêşengên gelê Kurd êrîşên terorî pêk tên.  

Dewleta Îranê bi taybet li Başûrê Kurdistanê, bi dehan pêşeng, siyasetmedar û welatparêzên Kurd kirin hedef û kuştine.

Ji destpêka şerê di navbera Amerîka-Îsraîl û Îranê ve tevî biryarên agirbestê jî, bi sedê caran baregeh û kampên partiya PDK-Î yên li Başûrê Kurdistanê ji aliyê dewleta Îranê ve bi mûşek û dronan hatine hedefgirtin.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye