Rûsya du bajarokên Ukraynayê kontrol kirin

Wezareta Parastinê ya Rûsyayê kontrolkirina bajarokên Malaya Volchya yê Xarkiv û Rozovka yê Zaporizhzhia yên Ukraynayê ragihand.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Wezareta Parastinê ya Rûsyayê îro ragihand ku hêzên wê bajarokê Malaya Volchya yê herêma Xarkivê  û bajarokê Rozovka yê herêma Zaporizhzhia yên Ukraynayê kontrol kirine.

Wezaretê diyar kir ku hêzên Rûsyayê di 24 demjimêrên dawîn de li 152 deveran, tesîsên enerjî û veguhastinê, depoyên cebilxaneyê û cihên çêkirin û depokirina dronan armanc kirine.

Wezareta Parastinê ya Rûsyayê eşkere kir ku pergalên parastina hewayî yên Rûsyayê di heman demê de 8 bombeyên rêberkirî û 956 dronên Ukraynayê xistine xwarê.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye