Nûçegihanê Malpera Axiosê Barack Rawid ragihandin ku Tehran û Washington li hev kirine ku di çend rojên pêş de êrîşên li Kendavê rawestînin û li paytexta Qeter, Dohayê roja sêşemê dan û standinên rasterast bikin.
Serokê Amerîkayê Donald Trump agahiya Axiosê piştrast kir ku berpirsên Îranî û Amerîkî dê sêşemê li Qeterê bicivin.
Donald Trump di postekê de li ser tora civakî ya Truth Socialê wiha nivîsand:
"Îranê daxwaza hevdîtinekê kiriye.
Civîn dê sibe li Dohayê were lidarxistin!"
Xerîb Abadî: Nûçeyên dezgehên Medyayê nayên piştrastkirin
Piştî eşkerekirina agahiya hevdîtina di navbera Îran û Amerîkayê de jê hêla Donald Trump, cîgirê Wezîrê Karên Derve yê Îranê Kazim Xerîb Abadî ev agahî red kir.
Der barê nûçeya lidarxistina civînekê li Qeterê de, Kazim Xerîb Abadî ji Umanê bersiv da rojnamevanan û wiha axivî:
"Her çend şêwirmendiyên bi Qeterê re, di nav de şopandina pêkanîna sozên aliyê din, wekî her carê berdewam dikin jî,
Lê nûçeyên hin dezgehên medyayê yên ku dibêjin dê li Dohayê danûstandinên teknîkî di navbera komên xebatê de werin lidarxistin, nayên piştrastkirin."
Gera yekem a danûstandinên teknîkî dê di çarçoveya komên xebatê yên destnîşankirî de, piştî ku şert û merc peyda bibin û li ser dîrok û cih lihevkirinek çêbibe, werin lidarxistin.
Şêwirmendiyên di vî warî de bi rêya welatên navbeynkar berdewam dikin."
Beriya niha, malpera Axiosê û kanala CNNê, ragihandibûn ku Îran û Amerîkayê li hev kirine ku êrîşên li dijî hev rawestînin û di çarçoveya lihevkirinê de dê dan û standinên teknîkî roja sêşemê li Qeterê li dar bixin.
Koşka Spî: Witkoff û Kushner dê beşdarî civîna Dohayê bibin
Ji aliyê xwe ve jî, Berdevka Koşka Spî Carolyn Leavitt ragihand ku herdu nûnerên taybet ên Amerîkayê Steve Witkoff û Jared Kushner dê beşdarî civîna roja sêşemê ya bi Îranê re li Dohayê bibin.
Carolyn Leavitt zêde kir ku dan û standinên teknîkî dê bi hevdîtinên navbera berpirsên payebilind re werin lidarxistin.
Carolyn Leavitt her wiha got ku Trump dixwaze pêvajoya aştiyê berdewam bike.