Mezintirîn çiyayê qeşayê yê cîhanê piştî 40 salan ji hilweşînê heliya û dibe golek av.
Hilandna vî çiyayê jî encama guherîna giran a avhewayê ye ku cîhanê diguherîne û tê payîn ku bibe sedema gelek karesatên jîngehê, di nav de windabûna vî çiyayê qeşayê.
Li gorî raporek ku ji hêla rojnameya Brîtanî Metro ve hatiye weşandin, çiyayê qeşayê ku wekî A-23A tê zanîn, di sala 1986an de ji Çemê Qeşa yê Filchner (Flîçer) li Antarktîkayê veqetiya.
Bi salan, ew wekî mezintirîn çiyayê qeşa yê cîhanê ma, lê di dawiyê de hema bi tevahî heliyaye.
Raport dibêje ku rêwîtiya vî çiyayî li Okyanûsa Atlantîk a Başûr di destpêka nîsana 2026`an de tenê çend meh berî salvegera xwe ya 40`emîn, bi dawî bûye.
Ji ber ku (A-23A) demek dirêj di binê Okyanûsê Atlantîk de asê maye, her wiha di binê avê de germahî nagihêjê û ji ber vê yekê dikarîbû xwe biparêze da ku nehile.
Lê di çend mehên dawî de, ev girseya qeşayê bi awayekî berfireh heliya û ji hev belav bû.
Her wiha di dawiya adara 2026`an de, zanyaran texmîn kirin ku ew ji 170 kîlometre çargoşeyî zêdetir piçûk bûye.
Ji ber ku golên ava şîn li ser rûyê çiyayê qeşayê çêbûn avahiya wê qels kir û dibe ku bi îhtîmaleke mezin bibe sedema hilweşîna wê.
Her wiha parçeyên biçûk ên ku ji çiyayên qeşayê yên mezin vediqetin, fikareke mezin çêdikin, ji ber ku ew ji bo rêwîtiya deryayî xetereyekî çêdikin û şopandina wan dijwar e.