Supaya Pasdaran êrîşên li ser kampên Partiyên Rojhilatê Kurdistan girtin ser xwe

Fermandariya Hemze Seyîdul Şuheda ya ser bi Hêzên Supaya Pasdarên Îranê ve, êrîşên li ser kampên Partiyên Rojhilatê Kurdistanê yên li Başûrê Kurdistanê girtin ser xwe.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Fermandariya Hemze Seyîdul Şuheda der barê êrîşên li ser Partiyên Rojhilatê Kurdistanê yên li Başûrê Kurdistanê de daxuyaniyek belav kir.

Di daxuyaniyê de, Fermandariyê berpirsyariya xwe der barê êrîşên bi dronan yên ku li ser baregeh û kampên Partiyên Rojhilatê Kurdistanê yên li ser sînorên Hewlêr û Silêmaniyê de pêk hatin, ragihand.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku di êrîşan de, 3 kes hatine kuştin û 5 jî birîndar bûne.

Di 17’ê Nîsanê de, êrîşeke mûşekî li ser kampa Cejnîkan a Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê (PDK-Î) ya li nêzî gundê Behirke yê ser bi Hewlêrê ve pêk hatibû.

Di encamê de, kurdek bi navê Şahîn Azerberzîn jiyana xwe ji dest dabû û bavê wî jî bi giranî birîndar bûbû.

Her wiha di heman rojê de, Dewleta Îranê kampa Alane ya li ser sînorê Balîsanê jî bombebaran kir.

Di vê êrîşê de jî, du jinên Pêşmerge yên Partiya Demokrat bi navên Neda Mîrî û Semîra Ellayarî jiyana xwe ji dest dan û hejmarek ji Pêşmergeyên din jî birîndar bûn.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye