Şerê di navbera Îsraîl- Amerîka û Îranê de ziyaneke mezin dighîne Başûrê Kurdstanê û Îraqê.
Îro danê sibehê dengekî bihêz ê teqînekê li Silêmaniyê hat bihîstin.
Li gorî agahiyên destpêkê, dengê teqînê ji xaleke nêzîkî baregeheke leşkerî hatiye bihîstin.
Piştî ku dron li asmanê bajêr hat dîtin, ji baregehê gule lê hatin reşandin.
Dron piştî gulereşandinê bi teqîneke bihêz dikeve xwarê.
Li Koye 4 caran partiyên rojhilat hatin bombebarankirin
Duh jî li gorî agahiyan Kampa Azadî ya li Koyê ya ser bi Hewlêrê ve ku Partiya Demokratîk a Rojhilatê Îranê tê de ye, 3 caran bi dronan hatiye hedefgirtin.
Li aliyê din, navenda Partiya Azadî ya Kurdistanê (PAK) li Hewlêrê bi dronan hate bombebarankirin.
Heta niha têkildarî ziyanên canî tu agahî nehatine girtin.
Bi droneke xwekuj êrîşî otêleke Hewlêrê hat kirin
Her wiha bi droneke xwekuj êrîşî Otêla Rotana Arjaan û Sky Towers ya li rêya 100 Metrî ya Hewlêrê hate kirin.
Ziyanên ku ji ber êrîşê çêbûne, nehatin zanîn.
DYA’yê li mûsilê êrîşî baregeheke Heşda Şeebî kir
Li aliyekî din jî çavkaniyekê ji ajansa Rojnews’ê ragihand ku balafireke Amerîkî 6 mûşek avêtine nêzî baregeha Heşda Şeebî li herêma Raşîdiye ya bakurê Mûsilê.
Çavkaniyê got ku komên Heşdê bi çekên giran bersiv dane.
Di êrîşê de zerera madî gihîştiye avahiyek nêzîkî hedefê.
Baregeheke Heşda Şeebî li Geyare hat bombebarankirin
Çavkaniyeke ewlehiyê ragihand ku baregeheke Ketîbeya Îmam Elî ku girêdayî hêzên Heşda Şeebî ye, li navçeya Geyare ya dikeve başûrê bajarê Mûsilê jî hate hedefgirtin.
Li Bexdayê êrîşî baregehên Amerîkayê hat kirin
Her wiha sîstema Parastina Hewayî ya Îraqê droneke ku hewl dida Baregeha Victoria ya Amerîkî li Balafirgeha Navnetewî ya Bexdayê hedef bigire, anî xwarê.
Çavkaniyên ewlehiyê yên Îraqê ragihandin ku piştî dron hate xistin, droneke din hewl da ku nêzîkî baregehê bibe.
Têkildarî zirer û ziyanên canî û madî yên êrîşê, agahiyên zelal nehatin bidestxistin.