Li Rojhilata Navîn her ku diçe şer gûrtir û berferhtir dibe.
Her hêzek dixwaze serweriya xwe li Rojhilat Navîn zêdetir bike.
Herî dawî jî, hêzên Amerîkî hewl didin ku sîstemeke dijî-dronan bişîninin Rojhilata Navîn.
Tê gotin ku van dronên Amerîkî roleke sereke li hember hêzên Rûsî di şerê Ûkraynayê de, cih girtiye.
Waşington zextê li Srî Lankayê dike ku deryavanên Îranî bernede
Di nava vê hefteyê de keştiyeke şer a Îranê, li nêzî beravên Srî lankayê, ji aliyê hêzên Amerîkî ve hatibû armanckirin.
Di encamê de zêdetirî 80 kes hatibûn kuştin û 30 kesên din jî birîndar bibûn.
Her wiha zêdetirî 60 kes jî winda bibûn.
Hikûmeta Srî Lankayê kesên birîndar rakiribûn nexweşxaniyê û li wir tên dermankirin.
Lê Waşington, ji hikûmeta Srî lankayê daxwaz dike ku van kesên Îranî bernede.
Hikûmeta Srî Lankayê dest bi daxistina 208 endamên ekîba duyemîn a Îranî li herêma aborî ya taybet a Srî Lankayê kir.
Ew kesên ku li derveyî sînorên wê yên deryayî, asê mabûn.
Amerîkayê nameyek di derbarê endamên keştiya duyemîn a Îranê de şand û ji hikûmeta Srî Lankayê xwestiye ku van kesan vengerîne welatê wan.
Ji aliyê din ve, Serokkomarê Srî Lankayê destnîşan kir ku welatê wî "berpirsiyariyeke mirovî" li ser milê wî ye ku ekîba keştiyê pêşwazî bike.