Piştî 2 salan ji mirina serokê opozîsyonê Alexei Navalny ve, doza mirina wî dîsa ketiye rojeva welatên Ewropî de.
Duh di Konfransa Ewlehiyê ya Munchenê 5 welatên Ewropî, Rûsya bi jehrîkirina serokê opozîsyonê Alexei Navalny tawanbar kirin.
Wezareta Derve ya Brîtanyayê daxuyaniyeke hevbeş bi welatên Swêd, Fransa, Hollanda û Almanya re belav kir.
Di daxuyaniya Wezareta Derve ya Brîtanyayê de wiha hate gotin:
"Em dizanin ku dewleta Rûsyayê bi jehra kujer Navalny kirin hedef ji ber ku li dijî siyaseta wan bû.
Wezareta Derve ya Brîtanyayê diyar kir ku ew ê vê mijarê wekî "binpêkirineke eşkere ji hêla Rûsyayê ve bişopînin û wiha lê zêde kir:
“Li gorî analîzên laboratîfê jehra ku di laşê Alexei de hatiye dîtin, gelek caran di çermê beqên Ekvadorî de tê dîtin.”
Her wiha Wezîra Derve ya Brîtanyayê Yvette Cooper destnîşan kir ku Tenê hikûmeta Rûsyayê xwedî rê, motîv û derfet bû ku vê jehra kujer li dijî Alexei Navalny bi kar bîne.
Ev yek jî dihêle ku axaftinên hevjîna Alexei, Yulia Navalny piştrast bibe.
Ji ber ku wê gotibû ku hevjînê min bi jehrê hatiye kuştin.
Duh Yulia Navalny li ser daxuyaniya hevbeş a her pênc welatan postek belav kir û tê de wiha anî ziman:
“Ji beriya 2 salan e, ez dibêjim hevjînê min Alexei bi jehrê ji aliyê serokê Rûsya Pûtîn ve hat kuştin.”
Alexei Navalny Endamekî Lijneya Hemahengiyê ya opozîsyona Rûsyayê û serokê nefermî yê partiya Hevpeymaniya Gel bû.
Alexei dema ku ji Sîbîryayê diçû Moskowê rewşa wî xerab bû, ji bo tedawiyê berê xwe da Almanyayê.
Lê di 17'ê Çileya 2021´an de dema ku Alexei Navalny vegeriya Rûsiyayê , hêzên ewlehiyê yên Rûsyayê ew, bi tohmeta sextekarîyê girtin.
Navalny dema ku hatibû girtin wiha gotibû:
Alexei Navalny: Ez natirsim, ez dizanim ku li ser heqiyê me
“Ez natirsim. Ez dizanim ku ez li ser heqiyê me, doza cezayî ya li dijî min hatiye vekirin bi giştî ne rast in.”
Alexei Navalny di 16´ê Sibata 2024´an de, di 47 saliya xwe de li girtîgeha Yamalo-Nenets a li Arktîkê mir.
Karmendên bi Alexei re eşkere kirin ku rayedaran ji diya wî re gotine ku ew ji ber sendroma mirina ji nişka ve miriye.