Ûkrayna êrîşên xwe yên bi dronan li ser herêmên Rûsyayê didomîne.
Wezareta parastinê ya Rûsyayê diyar kir ku di şeva borî de pergala wê ya parastina hewayî 175 dronên Ûkraynayê li ser Komara Qirimê û hin herêm û navçeyan anîne xwarê.
Zelensky: Me pêkhateyên pergalên avêtina mûşekên Rûsyayê armanc kirin
Serokê Ûkraynayê Volodymyr Zelensky got ku mûşekên Flamingo, şeva borî li herêma Volgograd a Rûsyayê kargehek ji bo hilberîna pergalên topxaneyê û pêkhateyên pergalên avêtina mûşekan armanc girtiye.
Volodymyr Zelensky piştrast kir ku êrîşên Ûkraynayê di avahiyên santrala Titan-Prikadey de agir çêkiriye.
Li beramberî van êrîşan jî, Wezareta Parastinê ya Rûsyayê di daxuyaniyekê de ragihand ku hêzên çekdar ên Rûsyayê cihên ku dronên dûravêj ên hêzên Ûkraynayê lê dihatin amadekirin û firandin armanc kirin.
Ji aliyekî din ve, karbidestên herêmî yên Rûs rewşa awerte li Nîvgirava Qirimê ragihandin.
Li gorî karbidestên herêmî yên Rûs, ermanca vê rewşa awerte ew e ku bandorên êrîşên Ûkraynî yên vê dawiyê ku bûne sedema giran a sotemeniyê û eleketrîkê, rawestîne.
Ûkraynayê Êrîşên Xwe Li Ser Dezgehên Enerjiyê Yên Rûsyayê Zêde Kirine
Li gorî encamên ku derketine holê di mehên dawî de, Ûkraynayê êrîşên xwe yên dûr-avêj li ser Rûsyayê zêde kirine, bi taybetî jî li ser tesîsên enerjiyê.
Hefteya borî jî, êrîşeke Ûkraynayê li parzûngehekê li başûr-rojhilatê Moskovayê şewateke mezin çêkiribû.