Di 6’ê Tebaxa 1945’an de, li bajarê Hiroşîmayê girêdayî Japonyayê bombeya atomî ya bi navê “Little Boy” ku ji aliyê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) ve hatibû avêtin, nêzî 110 hezar kes hatibû kuştin û bi sed hezaran kes di salên piştre de ji ber nexweşiyên bi radyasyonê ve girêdayî jiyana xwe ji dest dan.
Ji wê demê û şûnda her sal merasima bîranîna qurbaniyên Hîroşîmayê tê lidarxistin.
Di merasima bîranînê îsal li Parka Bîranîna Aştiyê ya Hîroşîma de Serokvezîrê Japonyayê Shigeru Ishiba axivî û got:
“Di civaka navnetewî de dabeşbûna li ser çekberdana nûkleerî kûrtir dibe û hawirdora ewlehiyê roj bi roj girantir dibe.”
'Li dijî gefên nûkleerî pêwîste têkoşîn were meşandin'
Rêxistina sivîl a Japonî Nihon Hidankyo ya ku li dijî çekên nûkleerî têkoşîn dike beriya merasîmê daxuyaniyek da û got:
“Gefa nûkleerî ya ku em pê re rû bi rû ne, qet bi vê mezinbûnê nebûye. Erka me ya herî mezin ew e ku em helwesta dewletên nûkleerî yên ku pişta xwe li me dizivirînin biguherînin.”
Hans Kristensen: Refleksên navneteweyî li hember gefên nûkleerî kêm in
Pisporekî Enstîtuya Lêkolînên Aştiyê ya Navneteweyî ya Stockholmê (SIPRI) Hans Kristensen jî balkişand ser kêm bûna refleksên navnetewî li hember bi çekbûna hêzên nûkleerî û got:
“Çekdarkirina nûkleerî zêde dibe, axaftinên nûkleerî tûjtir dibin û peymanên çekberdanê têne terikandin refleksên navneteweyî yên li hember krîzên nûkleerî kême.”
Gefên devkî û amadekariyên şer zêdetir dike
Pisporan derbarê gefên devkî yên nûkleerî di navbera DYE`ê û Rûsyayê de ji ber dagirkirina Ukraynayê, aloziya Keşmîrê di navbera Hindistan û Pakistanê de hişyariya xeteriya rewşe dan û gotin:
"Êrişên DYE’ê yên li ser tesîsên nûkleerî yên Îranê û israra Koreya Bakur li ser bernameya xwe ya nûkleerî, fikarên li ser nêzîkbûna felaketeke nû li cîhanê zêde dike.”
Hêjayî bibîrxistinê ye; di roja me ya îro de li cîhanê di destê 9 welatan de zêdetirî 12,000 serikên şer ên nûkleerî hene.
Zêdetirî ji sedî 90 serikên şer ên nûkleerî di destê DYA û Rûsyayê de ne.
Çîn, Hindistan, Kraliyeta Yekbuyî û Îsraîl jî di heman amedekariyan de ne.