Ji bo ewlehiya gera Tengava Hurmizê civîn tên lidarxistin.
Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron, Serokwezîrê Qraliyeta Yekbûyî Keir Starmer, Serokwezîrê Elmanyayê Friedrich Merz û Serokwezîra Îtalyayê Giorgia Meloni ji bo nirxandina mîsyoneke navneteweyî ya ji bo pêkanîna ewlehiya ger û geşta li Tengava Hurmizê îro li Parîsê li hev dicivin.
Li gorî agahiyên ku ji aliyê Serokkomariya Fransayê ve hate dayîn, ji Ewropa, Rojhilata Navîn, Asya û Latîn Amerîkayê, nûnerên nêzî 30 welatan jî wê bi rêya onlinê beşdarî civîna bilind bibin.
Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) wê hem tevlî mîsyona navborî neyê kirin û hem jî beşdarî konferansê nebe.
Rêveberiya Parîsê misogerkirina ewlehiya Tengava Hurmizê weke "Karekî sereke yê lezgîn" dibîne.
Li tengavê ku ji aliyê hevsengiya aborî ya global ve gelekî girîng e, tê xwestin ku trafîka keştiyên bazirganiyê bê ewlekirin.
Fransa û Qraliyeta Yekbûyî ragihandin ku wan dest bi amadekariya mîsyoneke ewlekariyê kirine ku piştî bidawîbûna şer ligel ji nû ve vekirina tengavê bixebitin.
Rêveberiya Londonê, destnîşan dike ku divê piştgirî ji operasyonên hêsankirina sektora trafîka bazirganiyê ya deryayî û paqijkirina mayînan re bê dayîn.
Qesra Elysee, jî diyar dike ku mîsyona ku tê plankirin bê avakirin tekez bi armanca parastinê ye û wê ji tevlîbûna welatên ku ne aliyên şer in, vekirî be.
Rayedarên Fransî, anîn ziman ku koordînasyona bi DYA'yê re dikare bê kirin, lê belê wê koalîsyoneke yekser pê re neyê kirin.
Ji bo mîsyon bikeve meriyetê, bidawîbûna şer weke şert tê danîn.