Di hilbijratinên Arjantîn de alîgirê Trump bi ser ket

Partiya La Liberted Avanza (Azadî Bilind Dibe) a Mutefîkê Trump, Javier Milei li Arjantînê di hilbijartinê de ji sedî 40,7 deng wergirt û bi ser ket.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Li gorî encamên fermî, partiya Milei di hilbijartinên roja yekşemê ji sedî 40,7 deng wergirt, muxalefeta sereke Peronist blok Fuerza Patria ji sedî 31,6 deng wergirt.

Milei encamê serketina xwe ya serokatiyê, di hilbijartinên 2023’an de bi dest xist, weke xaleke werçerxê ya dîrokî bi nav kir û wiha domand:

"Em ê li ser riya Arjantînê neteweyê mezin bikin û reforman dewam bikin."

Partiya Milei da zanîn ku bi vê serkeftinê, wê di parlamentoyê de jimara kursiyên wan ji 37`an derkeve 101`î. Li Senatoyê jî  ji 6`an, derkeve 20`an.

Donald Trump Piştî hilbijartinan, serketina Javier Milei pîroz kir û got ku Peyama gelê Arjantînê baweriya me ya ji bo Milei piştrast dike.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye