Aga Labib: Îsraîl çareseriya du dewletan bi bingehîn red dikin

Aga Labib, diyar kir ku Îsraîl, çareseriya du dewletan bi bingehîn red dikin. Katz biryar da ku rewşa awarte ya ji bo eniya navxweyî ya li başûrê Îsraîlê rake. Rêberê Hamasê yê li Şerîda Xezzeyê, Xelîl el-Heyya veqetandina Xezzeyê ji Şerîaya Rojava, redkir.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Di 13'ê Cotmeha 2025'an de, civîna aştiyê ya ji bo peymana Xezeyê bi navberkeriya Trûmp û El-Sîsî hat lidarxistin.

Bêyî guhertina Rêveberiya Îsraîlê pêkanîna aştiyeke mayînde li Xazzeyê ne mimkun e"

Komîserê Çareserkirina Krîzan ê Ewropayê Aga Labib, diyar kir ku Hejmarek siyasetmedarên Îsraîlî, bi serokatiya Serokwezîr Benjamin Netanyahu, çareseriya du dewletan bi bingehîn red dikin.

Aga Labib tekez kir ku ev yek her hewldanek rastîn a ber bi çareseriyek aştiyane ve tevlihev dike.

Her wiha destnîşan kir ku  ew bawer dike ku bêyî guhertina rêveberiya Îsraîlê, pêkanîna aştiyeke mayînde li Şerîda Gazzeyê ne mimkun e.

Enwer Îbrahîm: Em ji bo beşdarbûna di mîsyona aştiyê de Amade ne

Li aliyeke din, Serokwezîrê Malezyayê Enwer Îbrahîm tekez kir ku welatê wî ji bo beşdarbûna di mîsyona aştiyê ya Neteweyên Yekbûyî de li Xezzeyê, bi hevkariya welatên hevfikir û Rêxistina Hevkariya Îslamî amade ye.

Enwer Îbrahîm,  helwesta xwe ya xurt di piştgiriya têkoşîna Filistînê de dubare kir.

Katz rewşa awarte ya ji bo eniya navxweyî ya li Başûrê Îsraîlê rakir

Rojnameya Israel Hayom ragihand ku Katz biryar daye ku rewşa awarte ya ji bo eniya navxweyî ya li başûrê Îsraîlê rake.

Rojnamayê da zanîn ev cara yekem e ku  piştî êrîşa Hamasê ya 7'ê Cotmeha 2023'an, ev biryar tê standin.

Komeleya malbatên girtiyan daxwaza rawestandina qonaxa din a agirbestê kir

Ji aliyê xwe ve, Komeleya Malbatên Girtiyan li Îsraîlê îro daxwaza rawestandina qonaxa din a agirbesta bi navbeynkariya Amerîkayê li Xezzeyê kir, heta Hamas hemû cenazeyên mayî radest bike.

Hamasê agahî li ser cihên cenazeyên dîlên Îsraîlî dane tîma Misrî

Televiziyona El Erebiya ragihand ku ji bo  lêgerîna cenazeyan di bin kavil û tunelan de bileztir bike, Hamasê agahî li ser cihên cenazeyên dîlên Îsraîlî dane tîma Misrî ya alîkariyê.

Xelîl El-Heyya: Em veqetandina Xezeyê ji şerîaya Rojava, red dikin

Rêberê Hamasê li Şerîda Xezzeyê, Xelîl el-Heyya veqetandina Xezzeyê ji Şerîaya Rojava, redkir û pişterast kir ku  Xezzeyê û Şerîaya Rojava yekîneyeke neteweyî ne

Emced El-Şawa: Ez ji serokatiya komîteya teknokrat a li xezeyê re amade me

Serokê Tora Rêxistinên Civaka Sivîl (NGO) a Xezeyê Emced El-Şawa, îro ragihand ku ew amade ye serokatiya komîteya teknokrat a li Xezeyê bike, bi şertê ku ji bo hilbijartina wî lihevkirinek bê kirin.

Di heman demê de, rayedarekî Îsraîlî piştrast kir ku Îsraîl wê tayînkirina El-Şawa wekî serokê komîteya teknokrat a ji bo birêvebirina Xezeyê veto neke û destnîşan kir ku desthilatên vê komîteyê tenê sivîl in.

 

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye