Rêveberê Desteya Giştî ya Gumrikê ya Îraqê Samir Dawud ragihand ku xebatên sererastkirinê bi temamî bi dawî bûne.
Her wiha Samir Dawud diyar kir ku xebatkarên gumrikê, Desteya Deriyên Sînorî û daîreyên girêdayî wê amade ne ku dest bi kar bikin.
Dawud anî ziman ku deriyê Rebîayê ji bo Îraq û Sûriyê di aliyê aborî, siyasî û ewlehî de xwedî girîngiyeke mezin e.
Rêveberê Desteya Giştî ya Gumrikê ya Îraqê got ku derî wê ji bo veguhastina kel û pelan û hinardekirina petrolê were bikaranîn, da ku tevgera aborî û bazirganiyê geş bike.
Deriyê Sînorî yê Rebîayê ji sala 2014'an ve ji ber şerê DAIŞ'ê girtî bû.
Ev derî dikeve ser sînorê navçeya Rebîayê û 120 kîlometreyan ji navenda bajarê Mûsilê dûr e.
Beriya salekê Serokê Komîteya Ewlehiyê ya Meclisa Parêzgeha Nînowayê ragihandibû ku ji bo vekirina Deriyê Sînorî yê Rebîayê yê di navbera Nînowayê û bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê de, ew bi hikûmeta Sûriyê re dan û standinan dikin.
Hêjayî gotinê ye ku deriyê sînorî yê Rebîayê yê di navbera Îraq û Sûriyê de, piştî 12 salan careke din tê vekirin û dikeve xizmetê.
Ev jî taybetî piştî guhertinên siyasî û leşkerî yên Sûriyê pêk hat.
Tê payîn ku deriyên din ên Sûriyê weke deriyê Nîseybînê jî di demeke nêz de dê vebe.