Çete li Minbicê ji bo vegerandina mal û milkan pere dixwazin

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) daxuyand ku ji bo ku koçberên Minbicê mal û milkên xwe yên hatine desteserkirin vegerînin, çeteyên dewleta Tirk şertên tacizî danîn û pereyên mezin xwestin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

SOHR'ê diyar kir ku bi dehan malbatên Kurd ên ku vegerîne Minbicê dîtin ku malbatên çeteyan dest danîne ser mal û milkên wan û dema ku wan xwest malên xwe vegerînin, malbatên çeteyan ji bo her malekê 10 hezar dolar xwestin.

Ev zehmetî li deverên din ên dagirkirî jî, ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên wê ve li pêşiya şêniyan tên derxistin.

Koçberan bang li aliyên navneteweyî kir ku xwedî li berpirsiyariya xwe ya qanûnî û mirovî derkevin û zextê li dewleta Tirk bikin ku ew û çeteyên wê ji xaka wan derkevin.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye