Rojnameger Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn, li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dema nûçe dişopandin, bi SÎHA’yên dewleta Tirk hatibûn qetilkirin.
Rojnamegerên û sîyasetmedarên ku vê qetlîamê protesto kirin, bi îdiaya “propagandaya rêxistinê kirine” , “tev li civîn û çalakiya derqanûnî bûne" , "tevî hişyariyê belav nebûne” û “muxalefeta li dijî qanûna civîn û çalakiyan kirine” di derbarê wan de doz hatibû vekirin.
Danişîna doza rojnameger û siyasetmedaran li 24’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Edliyeya Stenbolê hate dîtin.
Rojnameger û siyasetmedar tev li danişînê nebûn lê parêzerên wan amade bûn.
Ji bo rojnameger û siyasetmedaran biryara beraetê hat dayîn.