Li Qamişlo xwepêşandanên li dijî rewşa aborî ya xirab di roja 6 de dewam dike

Xwepêşandên li Qamişlo yên li dijî rewşa xirab a aborî ketin roja xwe ya 6'an. Xelkên Qamişlo banga çareserkirina kirîza aborî kir.

Navenda Nûçeyan
reset font size increase font size

Vê sibê xelkê bajêr li çerxerêya Cotkaran kom bûn û mêtingek li dar xist. Xwepêşanderan ji Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê xwest ku çareseriyekê ji vê kirîza aborî re deyîne.

Her wiha tekez kir ku heta armancên wan pêk neyên, ew ê çalakiyên xwe dewam bikin. Beriya heftiyekê Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê, nirxê mazot û benzînê biha kir. Hemwextî wî, dolarê Amîrîkî bi 13 hezar û 500 lîreyên Sûriyê ye.

Vê yekê bandora xwe li nirxê kelûpelan kir û nirxê wan careke din bilindtir bû.

Ev jî yekser bandora xwe li welatiyan dike.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye