Wêneyên kuştineke tirsnak ku tê de sivîlek di 18'ê Çileyê de li bajarokê Sirînê li gundewarê Kobanê hat kuştin, belav bûn.
Li gorî agahiyên ku me ji malbata qurbanî wergirtine; Ehmed Mustefa Elî yê 25 salî, bavê du zarokan e û karmendê gumrikê ye, di hundirê bajarokê Sirînê de, di dema êrîşên li ser Kobanê de asê mabû û nikarîbû xwe bigihîne malbata xwe.
Ehmed Elî berî ku ji aliyê çekdarên Eşîran ve were êrîşkirin, li wir bi daran êrîşî wî hatiye kirin, paşê stûyê wî bi kemerekê hatiye girêdan û bi dîmeneke hovane di kolanên bajêr de hatiye kaşkirin.
Xort, ji ber birînên ku lê çêbûne, jiyana xwe ji dest da.
Di hin nûçeyan de hat diyar kirin ku cenazeyê xort hatiye radestkirin, lê malbata wî got ku wan duh ji nû ve agahiya Ehmed Elî bihîstiye û hîna cenazeyê wî nehatiye radestkirin.
Malbatê da zanîn ku heta niha jî ti aliyan behsa radestkirina cenazeyê mirovê wan nekiriye.