Artêşa Amerîkayê li ser hesabê xwe yê X'ê ragihand ku, di 48 saetên borî yên dorpêçê de, ti keştiyan nikarîbûn ku di xala dorpêçê re derbas bibin.
Her wiha artêşê eşkere kir ku 9 keştîyan di dema dorpêça li ser benderên Îranê de, talîmatên hêzên Amerîkî yên vegera ber bi Îranê ve bi cih anîn.
Tesnîm: Keştiyeke pir mezin a petrola xav xalên dorpêçê derbas kiriye
Ajansa Tesnîmê ya Îranê jî belav kir ku keştiyeke mezin a petrola xav (VLCC) ku di lîsteya dorpêçên Ofîsa Kontrolkirina Mal û Milkên Biyanî (OFAC) ya Amerîkayê de ye, bêyî ku xwe veşêre ketiye nav ava Îranê û her wiha deryaya vekirî û Tengava Hurmuzê derbas kiriye.
Her wiha ev keştiya ku Tesnîmê ew destnîşan kiriye, dikare du milyon bermîl petrola xav hilgire.
Fermandariya Navendî ya Amerîkayê dabû xuyakirin ku, 10 hezar leşkerên wan beşdarî dorpêça deryayî ya li ser Tengava Humizê bûne.
Di heman çarçoveyê de jî, Tehranê diyar kir ku ji bo hinardekirin û hawirdekirinê, alternatîfên wan ên din ên bejayî hene.
Pisporan jî diyar kiribû ku dorpêça deryayî dê bi texmînî 350 milyon dolar zirara rojane li ser deweta Îranê çêke.