Li Vîetnamê beriya niha bi çend hefteyan lehî çêbibû.
Tîmên rizgarkirinê dan xuyakirin ku xebatkarên wan 12 termên windahiyan dîtine.
Bi vê yekê jî, hejmara qurbaniyên ji ber lehiyê, gihişt 90 kesan.
Tîmên rizgarkirinê destnîşan kirin ku xebatên lêgerîna windahiyan hîna jî berdewam dike.
Dibe ku hejmara qurbaniyan, ji vê yekê zêdetir be.
Cihê herî zêde zirar ji ber lehiyê dîtiye, parêzgeha Dak Lak e.
Li vê derê ji ber lehiyê 80 hezar hektar ji zeviyên curbicur di bin avê de mane.
Her wiha zêdetirî 3 milyon serî pez jî mirine.
Li parêzgeha Khanh Hoa (Xan Hoa) lehiyê du pirên daliqandî hilweşandin.
Tê îdîakirin ku di nava du mehên dawiyê de, ji ber lehiyên Vîetnamê 279 kes mirine an jî winda bûne.