Kêliyekê berîya niha civîna Çarçoveya Hemahengiyê li ofîsa Serokê Encûmena Bilind ya Îslamî Humam Hemûdî ya bi armanca diyarkirina namzetê posta serokwezîrê Îraqê dest pê kir.
Ev civîna Çarçoveya Hemahengiyê, berdewama rêzecivînên destpêkê ku di duşema borî de hatibû lidarxistin, lê nekarîbûn ji bo diyarkirina namzetê serokwezîr kesekî diyar bikin.
Lewra biryara diyarkirina namzet, ji bo civîna roja şêşem û çarşemê hatibû paşxistin. Lê roja çarşemê jî civîn ji bo roja înê hat paşxistin.
Her wiha Serokomarê Îraqê Nizar Amêdî li ser hesaba xwe ya X’ê bang li aliyan kir ku ji bo pêşkêşkirina namzetê serokwezîrtiyê dereng nemînin.
Ji ber ku tenê rojek ji serokkomar re maye ku namzetê Çarçoveya Hemahengiyê destnîşan bike da ku erka avakirina hikûmetê bigire ser xwe.
Li gorî Rojnewsê ger li ser Îhsan Ewadî ku namzetekî nêzîkî Sûdanî ye, yan jî Basim Bedrî ku namzetekî nêzîkî Malikî ye, lihevkirinek neyê kirin, ku ji bo vê vebijarkê sê nav têne nirxandin û yek ji wan wê were hilbijartin.
Berê, parlamenterên ji Çarçoveya Hemangengiyê tekezî li ser bilezkirina çareserkirina vê pirsgirêkê kirine.
Berî ku dema destûrî biqede, wan hişyarî da ku derbasbûna vê demê bêyî lihevkirinekê dikare bibe sedema “binpêkirineke mezin” ku Çarçoveya Hemahengiyê berpirsiyariya wê bigire ser xwe.
Hêzên siyasî yên di nav Çarçoveya Hemahengiyê de, ji ber sînordarkirinên demê û helwestên cuda yên di navbera endamên wê de, di gihiştina lihevkirineke dawî de bi astengiyeke mezin re rû bi rû dimînin.
Dihat payîn ku di civîna îro ya Çarçoveya Hemahengiyê de namzetê peywira serokwezîr were diyarkirin, lê civîn bê encam bi dawî bû û ji bo sibe hat paşxistin.