Rojnameya Wall Street Journal ragihand ku DYA'yê dê hêzeke leşkerî yên girîng bişîne Rojhilata Navîn.
Li gorî rojnameyê, ev gava Washingtonê bersiveke bilez û amadekariyek e ji bo her krîzeke nû li herêmê.
Ev hêz wekî yekîneya herî bihêz û bilez a artêşa Amerîkî têne naskirin û erka wan ê sereke parastina berjewendiyên DYA û hevalbendên wê di demên krîtîk de ye.
Di heman demê de, Serokê DYA'yê Donald Trump duh êvarê ragihand ku DYA keştî û balafirên xwe yên şer ên herî pêşkeftî ji bo bicihkirina li Rojhilata Navîn amade kirine û dê çekên xwe yên herî dawî jî bişîne herêmê.