Vê sibehê li Xezeyê 22 kes hatin kuştin

Li Xezeyê ew kesên ku li benda wergirtina alîkariyan disekinin, jiyana wan di bin metirsiyê de ye, ji ber ku heya niha zêdetirî 1300 kesên li benda alîkariyê bûn, hatine kuştin. Vê sibehê jî, 22 kesên din li vê herêma Filistînê ketin ber êrîşekê de û jiyana xwe ji dest dan. Berpirsekî Neteweyên Yekbûyî eşkere dike ku rewşa Xezeyê, ji berê xerabtir dibe û daxwaz kir ku bi lez çareserî bê dîtin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Vê sibehê, li Xezeyê 22 kes, di nav wan de12 kes dema li benda alîkariyê bûn, hatine kuştin.

Li gorî çavkaniyek bijîşkî 12 kesên ku jiyana xwe ji dest dane, termên wan gihiştine nexweşxaniya Şîfa ya Xezeyê.

Li gorî Ajansa Filistîn a Nûçeyan, li taxa El-Zweydayê ya ku dikeve navenda Xezeyê, di encama bombebarana artêşa Îsraîlê de, li ser xaniyekî 5 kes ji heman malbatê hatin kuştin.

Her wiha ajansê ragihand ku li Xan Yûnisê jî, di êrîşeke balafirên bêmirovî de, li ser konên koçberan, 5 kes hatin kuştin.

 

NY: Kirîza mirovî li Xezeyê zêdetir dibe

 

Alîkarê Berdevkê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî, Ferhan Haq eşkere kir ku her ku diçe kirîza mirovî li Xezeyê zêdetir dibe, divê astengî bêne rakirin û alîkarî bê pirsgirêk, derbasî Xezeyê bibin.

 

Li Xezeyê rê li ber derbasbûna alîkariyê hat vekirin

 

Wezareta Tenduristiyê ya Xezeyê ragihand ku dê îro çend kamyonên alîkariyê derbas bibin, ku alavên tenduristiyê û dermanên lezgîn hildigirin.

Her wiha wezaratê diyar kir ku ew dermanên hatine şandin, dê bi rêya Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanî li nexweşxaneyan werin belavkirin.

 

Hamas ji dan û standinên agirbestê vekişiya

 

CNN`ê ji zimanê du çavkaniyan dest nîşan kir ku Hamasê, xwe ji dan û standinên agirbestê li Xezeyê kişandiye.

Rojnameya Îsraîlê, The Jerusalem Post ragihand ku Hamas, dan û standinên ji bo agirbestê li Xezeyê bi guhertinên rewşa mirovî ya li Xezeyê ve girê dide.

Heman çavkaniyê diyar kir ku Hamasê, navbeynkar agahdar kiriye ku heta rewşa mirovî ya li Xezeyê baştir nebe, ew ê nekeve dan û standinan.

Niha dan û standin rawestiyane û navbeynkar jî hişyariyê didin, ku eger dan û standin careke din dest pê nekin, dê rewşa mirovî li hundirê Xezeyê xerbatir bibe.

 

 

 

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24