Li Îranê ji destpêka salê ve 916 kes hatine bidarvekirin

Rêxistina Mafên Mirovan a bi navê Weqfa Abdorrahman Boroumand ragihand, li Îranê ji destpêka sala 2026’an ve, herî kêm 916 bidarvekirin hatine kirin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Weqfa Abdorrahman Boroumand, li ser platforma X`ê ev yek nivîsand û diyar kir, tenê di vê mehê de 15 darvekirin pêk hatine.

Rêxistinê angaşt kir ku dibe hejmara rastîn a darvekirinan pir zêdetir be û rave kir ku rayedarên Îranê hejmarên rastîn vedişêrin, da pêşî li eşkerekirina wan, lêkolîna navdewletî û berteka raya giştî bigirin.

Weqfê destnîşan kir ku hejmareke mezin ji xwepêşanderan niha bi tawanên giran û xeteriya rastîn a bidarvekirinê re rûbirû ne.

Weqfa Abdorrahman Boroumand diyar kir ku dewleta Îranê dayîn û bicîhanîna cezayên darvekirinê wekî amûrekê ji bo tirsandina civakê û pêşîgirtina li derketina xwepêşandanên nû bi kar tîne.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye