Îranê pêşniyara amerîkayê ya agirbestê red kir

Rageşî di navbera Amerîka û Îranê de zêde dibin. Rojnameya New York Timesê ragihand ku Îranê pêşniyara Amerîkayê ya agirbestê red kiriye. Ji aliyê xwe ve jî, Wezîrê Derve yê Îranê Ebas Eraqçî destnîşan kir ku ti pirsgirêkeke Îranê bi Amerîkayê re wekî navbeynkar tune ye.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Rojnameya New York Timesê diyar kir ku Serokwezîrê Îraqê Elî Zeydî, piştî serdana xwe ya dawî ya Koşka Spî û hevdîtina xwe ya bi Serokê Amerîkayê Donald Trump re, pêşniyara agirbesta Washingtonê ji Tehranê re ragihandiye.

Lê belê, rayedarên Îranî gotin ku ew pêşniyarê red dikin, ji ber ku plan mijara bingehîn a kontrola pêşerojê ya li ser Tengava Hurmizê çareser nake.

Ev hewldanên navbeynkariyê di demekê de hatin ku Trump gefa berfirehkirin şer xwar û got ew ê binesaziya girîng a Îranê bike armanc.

Eraqçî: Îran û Îraq xwedî berjewendiyên hevpar in

Wezîrê Derve yê Îranê Ebas Eraqçî di axaftinên xwe yên li ser televizyona dewletê ya Îranê de got ku Îran û Îraq xwedî berjewendiyên aborî, siyasî û ewlehî yên hevpar û têkiliyên nêzîk in.

Ebas Eraqçî da zanîn ku ev serdan di rewşa heyî ya herêmê de xwedî girîngiyeke taybet e û got;

Eraqçî: Ti pirsgirêkeke me bi Amerîkayê re wekî navbeynkar tune ye

"Elî Zeydî serdana Washingtonê kir û tiştekî xwezayî ye ku ew nerîn û bandorên xwe yên ji vê serdanê ji me re vebêje, ev bi tevahî normal e.

Niha ti pirsgirêkeke me bi Amerîkayê re wekî navbeynkar tune ye."

Her wiha Koşka Spî hîn ti daxuyaniyeke fermî der barê rapora New York Timesê de nedaye.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye