Li gundê Kevirê Spî ji 4 hezar donim erd tenê 10 donim hatine cotkirin

Bi destpêkirina demsala çandiniyê re cotkarên Rojavayê Kurdistanê ji ber derengmayîna fatoreyên wan û buhabûna tov û alavên çandiniyê zehmetiyan dikşînin. Cotkar dibêjin 70% ji cotkaran îsal zeviyên xwe naçînin û daxwaz kir ku buhayê tov û alavên çandiniyê kêm bibe.

reset font size increase font size

Li gundê Kevirê Sipî yê girêdayî bajarê Qamişlo li Rojavayê Kurdistanê 4 hezar donim erdê çandiniyê heye.

Ji 4 hezar donim erd heta niha tenê 10 donim hatiye cotkirin. 

Idrîs Xalid Cotkarekî ji gundê Kevirê Sipî ye, 100 donim erdê wî li gund heye, ji ber nedayîna fatoreyên wan heta niha wan amadekariyê mewsima îsal nekirine û vê yekê bandor li ser sektora çandiniyê ya îsal kiriye. 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye