Hîmê avakirina civakê perwerde ye û bi taybet jî perewerdeya bi zimanê dayîkê ye.
Li Rojavayê Kurdistanê piştî sala 2012, piştî avakirina Rêveberiya Xweser perwerde bi şêwazekî nû hate dayîn.
Xwendin bi zimanê Kurdî (Kurmancî), Erebî û Sûryanî hat dayîn.
Ev bû yekem car di dîroka Rojavayê Kurdistanê de ku Kurdî bi fermî hate bikaranîn.
Rêxistinên herêmî biranşên nû ava kirin ku tê de dîrok, çanda Kurdî û mafên jinan hebûn.
Dibistan ji aliyê Rêveberiya Xweser ve hatin birêvebirin.
Lê perwerde rastî gelek pirsgirêkan hat weke kêmasiya mamosteyan û kêmasiya pêdiviyên materyal (pirtûk, alav).
Her wiha perwerde li herêmên ku dibin kontrola Hikûmeta Şamê de bûn li ser bingeha sîstema kevnar dewam dikir.
Perwerdeya Hikûmeta Şamê tenê yek ziman bû û zimanên din tune dihesibandin.
Biranşên perwerdê ji aliyê dewletê ve dihat diyarkirin û di tê de tenê li ser nasnameya Erebî dihat perwerde kirin.
Rewşa perwerdê li Rojavayê Kurdistanê di bin bandora geşedanên siyasî, şer û krîzên aborî de derbas bû.
Tevî ku perwerde bi zimanê dayikê (Kurdî) pêş ket jî lê gelek astengî jî li pêşiya vê pergalê derketin.
Niha nifşekî nû heye ku bi temamî li ser çand û zimanê Kurdî tê perwerdekirin.
Li herêmê zanîngehên mîna Zanîngeha Rojava (Qamişlo), Zanîngeha Kobanê û Zanîngeha El-Şerq (Reqa) hatine vekirin.
Bandora êrîşan li ser sîstema perwerdeyê ya Rojava
Êrîşên leşkerî (bi taybetî yên dewleta Tirk) bandoreke nerênî li ser fêrkirin û ewlehiya xwendekaran kir.
Gelek dibistan di demên şer de hatin girtin û zirar dîtin.
Rewşa aborî li herêmê jî bandorek mezin li ser malbatan dike ku zarokên xwe dişînin dibistanê û bandorê li ser fonê mamosteyan jî dike.
Lihevkirinên şŞamê û QSS’ê: Çarçoveya siyasî ya nû û pêşeroja perwerdeyê
Êrîş û şerê dawî yê li ser Rojavayê Kurdistanê bandorek mezin li ser rewşa perwerdehiyê jî çê bû.
Piştî hewldanên pêkanîna entegrasyonê ev du carin komîteyên eleqedar ji Rêveberiya Xweser û Hikûmeta Veguhêz li hev dicivin û derbarê rewşa perwerdê jî nîqaş tê kirin.
Di 12`ê Adarê de Parêzgarê Hesekê, Nûredîn Ehmed pêşwaziya şandeyek ji Zanîngeha El-Furatê kir, bi serokatiya Dr. Munîr El-Erûd û rewşa zanîngrhan nîqaş kirin.
Di 22` Adarê de jî Parêzgarê Hesekê Nûredîn Ehmed serdana Şamê kir û li wir bi Serok Ehmed Şera re civiya.
Di civînê de rewşa perwerdê di entegrasyonê de hat nîqaşkirin.
Her wiha Wezareta Perwerdehiyê ji bo piştgiriya pêvajoya perwerdehiyê, koma yekem a pirtûkan ji bo Heseke û Reqayê amade kir.
Ji bo zimanê kurdî bibe zimanê perwerdeyê gavên qanûnî divê
Wezareta Perwerdehiyê, di çarçoveya hewldanên xwe yên ji bo dabînkirina pêdiviyên perwerdehiyê koma yekem a pirtûkan şand parêzgeha Hesekê.
Wezaretê rave kir ku koma ku ji bo Parêzgeha Hesekê û Reqayê hatiye veqetandin 100,000 pirtûk in.
Ev weke gava yekem tê naskirin ji bo pêkanîna entegrasyonê.
Lê ji derveyî vê gavê tu gavên din nehatine avêtin ji aliyê Hikûmeta Veguhêz ve.
Li gor peyaman 29`ê Çileyê wê herêmên ku Kurd lê bin perwerde li gor pergala heyî berdewam bike.
Lê biryarnameya 13 a ku Serokê Hikûmeta Vegûhêz Ehmed Şera di 16`ê Çileyê de ragihand perwerdeya bijarte heftê 2 roj ji bo zimanê kurdî layîq dîtibûn.
Ev yek di derbarê nêzîkatiya hikûmtê a pewerdê de gûmanê avadike.
Heta destûra bingehîn de mafê perwerdê yê Kurdî nekeve destûra Sûriyê de ev gûman wê her hebe.