Duh li Stenbolê li Qada Yenîkapiyê bi tevlibûna sed hezarana kesan Newroz hate pîrozkirin.
Piştî Newroz bi dawî bû û gel vedigeriya malên 26 welatî ji aliyê polîsan ve hatibûn binçavkirin.
2 jê zarok 26 kes bi hinceta “cil û bergên Kurdî” û “dirûşmeyan” hatibûn binçavkirin.
25 kes piştî karûbarên îfadeyên li emniyetê hatin berdan.
Kesek ê ji Rojavayê Kurdistanê nehat berdan.
Ev welatî ji bo paşve şandinê birin Navenda Paşveşandinê ya Stenbolê.