Doza 'dîplomaya sexte' ya Ekrem Îmamoglu hat taloqkirin

Sêyemîn rûniştina darizandina Ekrem Îmamoglû ku bi îdiaya "dîplomaya zanîngehê sexte kiriye", li Girtîgeha Silivriyê pêk hat. Doza Îmamoglû ji bo 16ê Sibatê hat taloqkirin.

Navenda Nûçeyan
reset font size increase font size

Namzetê serokomariyê yê girtî yê Partiya Komarî ya Gel (CHP) û Şaredarê berê yê Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê (IMM), Ekrem Îmamoglu îro carekî din derket pêşberî dozgeriyê.

 

Gelek parlamenter, sîyasetmedar û malbata Îmamoglu di rûniştina dozê de amade bûn.

 

Ekrem Îmamoglû di parastina xwe de diyar kir ku ew ê kesên ku dîplomeyên wan hatine betalkirin li dadgehê hesab bipirse û wiha got:

 

"Ev ne doza dîplomayê ye. Ev dozek e ku ji hêla serokkomarekî ve hatiye vekirin da ku namzetê serokomariyê û reqîbê xwe yê siyasî ji holê rake."

 

Parastina Îmamoglû, bi qasî saetek û 40 deqeyan dom kir.

 

Ekrem Îmamoglu anî ziman ku hêza wî heye ku ewê têkoşîn bike û wiha lê zêde kir:

 

"Têkoşîna min têkoşînek li dijî zordariyê ye. Tu hêz nikare min rawestîne. Hêza min her roj mezin dibe. 86 milyon welatî li pişt min radiwestin."

 

Biryar hat dayîn ku li benda biryara dadgeha îdarî bimînin û rûniştina din ji bo 16ê Sibatê hat taloqkirin.

 

Îmamoglû bertek nîşanî paşxistina rûniştinê da û got: "Niyeta we tune ku hûn min li vir darizînin. Meqamê we yê dadwerî bêqîmet e!"

 

Parêzerê Îmamoglu: Divê ev îdianame qet nehatiba nivîsandin

 

Parêzerê Îmamoglu Fîkret Îlkiz diyar kir ku ew ê xwe li ser bingeha "sûcekî tune" neparêzin û wiha axivî:

 

 "Dema ku we îdianame nivîsand, we dizanibû ku dozek li dadgeha îdarî heye. Divê ev îdianame qet nehata nivîsandin. Em çawa dikarin xwe li ser sûcekî tune biparêzin? Niha hûn dibêjin bila em li benda dadgeha îdarî bisekinin. Dadgeha cezayî li vir girêdaye."

 

Dayika Îmamoglû, Hava Îmamoglû bi girî bertek nîşanî biryara dadwer a ji bo taloqkirina darizandinê da û got: "Ev çiqas şerm e, ev çiqas şerm e. Min şîrê helal da wî, ev ne edalet e. Ev ji bo Tirkiyê şermek e!"

 

Cezayê girtîgehê û qedexeya siyasetê

 

Dozgeriyê ji bo Îmamoglû ji 2 sal û 6 mehan heta 8 sal û 9 mehan cezayê girtîgehê û qedexeya siyasî xwestibû.

 

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye