Rêxistina terorîst a “Seraya Ensar El-Sunna” ya li Sûriyê berpirsiyariya êrîşa xwekujî ya li Dêra Mar Elias ku bû sedema kuştina 25 û birîndarkirina 63 kesan, girt ser xwe.
“El-Sunna” ev agahî bi rêya daxuyaniyeke ser platforma xwe ya medyaya civakî, weşandin. Rêxistinê navê xwekuj eşkere kir û got ku êrîşa “Muhemed Zên El-Abid,n Ebû Osman” pêk anî, bersivek bû li hember “provokasyona Xiristiyanên li Şamê” ye, wekî ku bi nav kir.
Di heman demê de tekez kirin ku ew ê di demên pêş êrîşên giranti pêk bînin eger wek gefxwarinê.
Seraya Ensar El-Sunna kî ye?
Seraya Ensar el-Sunna rêxistineke çekdarî ya li dijî Şîea û Elewiyane li Sûriyeyê. Ev kom di 1ê Sibata 2025’an de li Sûriyeyê ji aliyê Ebû Ayşe El-Şamî ve yê ku ji Heyet tehrîr El-Şam (HTŞ)’ê ve veqetiyabû, hate damezrandin.
Êvara Yekşemê (22ê Hezîrana 2025’an) êrîşeke xwekujî li Dêra Ortodoks a Mar Elias li taxa Dwêlea ya nêzîkî Paytexta Sûriyê Şamê, pêk hat. Di encamê de 25 kesan jiyana xwe ji dest dan û zêdetirî 60 kesên din jî birîndar bûn.
Wezareta Hundirîn a Desthilata Şamê ya nû ya demkî piştrast kiribû ku DAIŞ li pişt bombebaranê ye.
Ebîr Muhemed